Navenda Metro ji peyamnêrê birîndar ê Rûdawê re daxwaza başbûnê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Metro bo bergirîkirin ji mafên rojnamevanan derbarê birîndarbûna peyamnêrekî Rûdawê ji ber topbarana Îranê daxuyaniyek weşand.

 

Îro ji saet 11:00ê berî nîvro ve Supaya Pasdaran a Komara îslamiya Îranê dest bi topbarankirina axa Başûrê Kurdistanê kir.

 

Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê gundên Bêrkme, Berbizîn û Beraw ên li deverên Biradost û Sîdekan ên girêdayî navçeya Soran a Hewlêrê bi giranî dane ber topan.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Soranê Bextiyar Qadir ku bo şopandin û rûmalkirina topbaranê serdana ser sînor û cihên êrişê kir, di encama topbarana Îranê de ji dest û piyên xwe birîndar bû.

 

Navenda Metro bo bergirîkirin ji mafên rojnamevanan di daxuyaniyekê de ragihand: “Heyameke ji ber destpêbûna şerê çekdarên di navbera hêzên Komara Îslamiya Îranê û hinek baskên dijbereya wî welatî de, deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û gundên wê bûne armanca êrişan û di encamê de xelkê sivîl zirarmendê sereke ne û deverên xwe bi cih dihêlin.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyekê de Navenda Metro amaje bi birîndarbûna peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir dike û hêviya zû başbûnê jê re dixwaze.

 

Navenda Metro herwiha daxwaz ji rojnamevanan kir, di dema rûmalkirinên li deverên şer û pevçûnan de bi hişyariyek zêde ve karê xwe yê pîşeyî bikin û mercên tendirustiya pîşeyî cîbicî bikin.

 

Li gorî heman daxuyaniyê, bi dirêjiya sala 2015an di 84 bûyerên cor bi cor de binpêkirin derheqê rojnamevanan hatiye encamdan û 145 rojnamevana û kanalên ragihandinê gilî li cem Navenda Metro tomar kirin, ku di wan bûyeran de 173 binpêkarî hebûne.

 

Navenda Metro rêxistineke serbixwe ya qazanc nexwaz e û di sala 2009an de ji aliyê hejmarek rojnamevan û parêzer ve li bajarê silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin û muhleta fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.