Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî yê Dîwana Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ragihand, ku komîsyoneke hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye pêkanîn da ku meaşên xizmên şehîdên çeperan, hemwelatiyan, enfalkiriyan û zîndaniyên siyasî herweke yên Bexdayê bin û ji aliyê hikûmeta navendî ve werin dayîn.
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê Bextiyar Ferec ji Rûdawê re ragihand, ku karên komîsyonên hevbeş ber bi dawiyê ve diçn û meaşên hemû xizmên şehîdan û enfalkiriyan dê bikevin ser Wezareta Şehîdan a Iraqê.
Ferec da zanîn, ku meaşê hemû warisên şehîdan bi tevê hemû polênan dê ji 500 hezar dînarî bibe milyonek 200 hezar dînar û bi vî awayî dê %80 yê warisan sûndmend bibin.
Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan Fûad Osman ji Rûdawê re ragihand: “Hejmara xizmên şehîd û enfalkiriyan û herwiha zîndaniyên siyasî nêzîkî 100 hezar kesan e. Tenê ne meaş, îmtiyazên din ên wan jî hene. Parlamentoya Iraqê biryar daye meaşên kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan û herwiha yên zîndaniyên siyasî ji aliyê Bexdayê ve were dayîn.”
Bi gotina Osman hikûmeta Herêma Kurdistanê komîsyonek ava kir û wê komîsyonê çend civîn pêkanîn û di civîna dawiyê de nameyek ji Serokwezîrê Iraqê re aşndine da ku serdana Bexdayê bikin, ji bo cîbicîkirina rêkaran li gel Serokwezîr rûnin.
Osman da zanîn, ku Serokwezîrê Iraqê pesend kiriye ku meaşanên xizmên şehîd û enfalkiriyan û zîndaniyên siyasî ji Bexdayê were dayîn. Herwiha got, ku komîsyona navborî dê demeke nêzîk de serdana Bexdayê bike ji bo cîbcîkirina rêkaran û hingî dê meaşan jî veguhezine ser Bexdayê.
Meaşê mehane yê Wezareta Şehîdan 40 milyar dînar e. Eger mûçeyên malbatên şehîd û enfalkiriyan ji aliyê Bexdayê ve were dabînkirin ev pere dê vegere Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan û herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse