Şeva bi tirs a Sindirgiyê: Piştî erdhejê xelk li derve ma
Balikesîr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê doh erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan çêbû. Di erdhejê de kesek mir, 29 kes birîndar bûn û 16 avahî hilweşiyan. Ji ber erdhejê xelkê navçeyê şeva xwe li derve derbas kir.
Li gorî agahiyan, erdhej di kûrahiya 11 kîlometreyan de rû da.
Şaredarê Balikesîrê: Rewşa birîndaran baş e
Şaredarê Bajarê Mezin ê Balikesîrê Ahmet Akin ragihand ku ji bilî mirina kalemêrekî, ti ziyaneke mezin a canî nîne û got:
"Ti xisareke nû nîne. Xisara heyî li taxa me ya Golcukê û çend cihên din e. Şikir ji Xwedê re ku ji bilî kalemêrekî ti ziyaneke mezin a canî nîne. 29 birîndarên me hebûn lê şikir, rewşa wan jî baş e."
Xelkê şeva xwe li derve derbas kir
Piştî erdhejê, şêniyên navçeyê ji ber tirsê newêrîn vegerin malên xwe û şeva xwe li derve derbas kir.
Hinekan li stadyumê û hinekan jî li park û kolanan di çadiran de raketin.
Welatiyê bi navê Hîdayet Ersîn wiha behsa dema erdhejê kir: "Ez li ser kar bûm. Ji nişka ve dengek hat û erd hejiya. Min xwe avêt erdê. Helbet ez tirsiyam.
Xanima min jî li cem min bû. Rewş ev e, gotin nîne."
Welatiya bi navê Cemîle Kayayê jî got, "Ji nişka ve dengekî gurmînê hat, me bazda û em qîriyan. Min bangî cîranan kir û got 'derkevin'.
Gelekî xirab bû, milet hemû derket derve. Qîr û hawar kete nav xelkê û her kes gelekî tirsiyabû."
Welatiyê bi navê Vedat Kerîm jî got,”Dema erdhej çêbû ez li malê bûm. Em tirsiyan, heta ku em ji malê derketin gelekî hejiya. Em li ber deriyê malê sekînin. Piştre em hatin vir.
Di xaniyê me de zerer nîne lê li nava bazarê avahî rûxiyane. Li gundan gelek cih rûxiyane.”
Gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên pispor sewqî herêmê hatin kirin û dest bi lêkolînan kir.
Tevî ku erdhej wekî gefeke mezin her di rojeva Tirkiyeyê de ye jî, tê dîtin ku tedbîr û amadehî hîn jî di asta pêwîst de nînin.