Malbatên kuştiyên li benzînxaneya Hewlêrê: ‘Divê pirsgirêk nebe neteweyî’

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê bi malbatên kuştiyên bûyera li benzînxaneyê re civiya û ragihand ku dê mafên wan werin parastin.

Malbatên du ji qurbaniyan ku Ereb in jî dibêjin ku ew bi vexwendina Serok Mesûd Barzanî hatine Hewlêrê.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw malbatên kuştiyên bûyera li benzînxaneya li ser rêya Hewlêr-Koyeyê pêşwazî kirin.

Piştre di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş de ragihand:

“Me ew piştrast kirine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya rêkarên yasayî de mafên malbatên qurbaniyan biparêze.”

Şeva Çarşemê ji ber pevçûneke devkî, karkerekî benzînxaneyekê li Hewlêrê gule li 2 welatiyên Ereb reşandin û di encamê de her du welatiyên Ereb û welatiyekî Kurd hatin kuştin.

Umêd Xoşnaw amaje pê kir û got:

“Bûyer bi ti mijaran ve ne girêdayî ye û kuştî û kujer hev nas nakin lê yasa serwer e û dê li hemberî kujer rêkarên yasayî werin girtin.”

Birayê welatiyê ku hatibû kuştin Reîd Îsmaîl di heman konferansê de bangî hinek dezgehên medyayê kir û da zanîn ku divê pirsgirêk nebe neteweyî û pêwendiya bûyerê bi Kurd û Ereban re nîne û anî ziman:

“Ew neyarên Kurd û Kurdistanê ne ku mijarê bi vî rengî nîşan didin.”

Bavê yek ji kuştiyên Ereb jî di konferansê de axivî û diyar kir ku ew ji aliyê Serok Barzanî ve hatine vexwendin Hewlêrê.

Welatiyê Ereb spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got:

“Ji bo dayîna vê derfetê da ku em piştrast bibin ku tevahiya gelê Îraqê yek e.

Her wiha ewlehî, aramî û yasa li hemû parêzgehên Îraqê yek in.

Bi îzna Xwedê mafê kesî winda nabe.”

Bavê qurbanî her wiha anî ziman ku girtina kujer di kêmtirî saetekê de li Herêma Kurdistanê “dilniyayî” daye wan û “niha rêkarên yasayî li hemberî wî hatine girtin û lêkolîn bi wî re berdewam e”.

Çi bûbû?

Li Hewlêrê 2 kes çûbûn benzînxaneyeke li ser rêya Hewlêr-Koyeyê.

Dema ku otomobîla wan bi benzînê dihat dagirtin, hinek benzîn rijiyabû.

Karkerê benzînxaneyê pereyê benzîna rijiyayî jî tevî pereyê benzîna ku kiribû otomobîlê xwestibû ku bi giştî 52 hezar dînar bû.

Ji ber vê sedemê di navbera wan de pevçûneke devkî derketibû û şahidan gotibû ku tenê hinek dehfdan çêbûye lê paşê karkerê benzînxaneyê çû, kalaşnîkofek anî û gule li wan reşandin.

Di bûyerê de her du kes hatin kuştin û li derveyî benzînxaneyê jî guleyek li Seîd Îsmaîl ket û wî jî canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê yekser, Polîsê Hewlêrê ragihand ku wan tohmetbarê sereke girtiye û wêneyê wî jî belav kir.