Li du navçeyên Wanê lehî rabû: Zerera madî çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Mahmûdiye û Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û li gelek taxan zerera madî çêbû.

Piştî lehiyê, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Mahmûdiyê li herêmê dest bi xebatan kir.

Hevşaredarên Mahmûdiyê Filiz Ozturk û Davut Acar tevî rêveberiya navçeyî, hemû derfetên şaredariyê seferber kirin û wan piştgirî da xelkê.

Li taxa Noşarê ya navçeya Qelqeliyê jî Hevşaredar Sakîne Kutpinar û Ecevît Ceylanci bi hawara xelkê herêmê ve çûn.

Daxwazên xelkê bê bersiv mane

Şêniyên taxê û muxtaran diyar kir ku ji bo çêkirina qeraxên çem û paqijkirinê gelek caran serî li Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) dane û daxwaza wan a herî dawî ya nivîskî jî tenê 10 roj berê hatiye şandin.

Lê hat îdiakirin ku ev daxwaz bêbersiv mane û xebatên paqijî û jêrxaneyê yên pêwîst nehatine kirin.

Tevî midaxeleya demildest a rêveberiyên herêmî, hat diyarkirin ku hinek yekîneyên Şaredariya Bajarê Mezin piştî 4 demjimêran gihiştine cihê bûyerê.

Hat gotin ku muxtarên taxan gelek caran hewl daye xwe bigihînin berpirsê şantiyeya şaredariyê lê ji ber kêmasiya amûran derengî çêbûye.

Hat bibîrxistin ku di karesatên lehiyê yên bi heman rengî yên sala 2024an de, rêveberiya şaredariyê ya wê demê bi riya tîmên Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) bi lez û bez midaxele kiribû.

Hat diyarkirin ku wê demê di heman rojê de 3 kepçe, 3 vîdanjor, 2 tanker û 17 personelan midaxele hatibû kirin û xetên ava vexwarinê hatibûn tamîrkirin.

“Xemsariya qeyûm heye”

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyûm li şûna wan hatiye danîn, diyar kir ku helwêsta "bêberpirsyarî û xemsarî" ya rêveberiya qeyûm bi bandor bûye.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku ferzkirina qeyûm îradeya gel tune dihesibîne û kapasîteya xizmetê lawaz dike û ji ber vê yekê daxwaz hat kirin ku ji kar bê dûrxistin.

Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di karesatan de cihêkariya siyasî nayê qebûlkirin û di serî de DSÎ, bangî hemû saziyan hat kirin ku demildest dest bi xebatên çêkirina qeraxên çem û jêrxanê bikin.