Li Balikesîrê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkieyê bi hêza 4,5 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 20:13an çêbûye û hêza wê 4,5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8,57 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.