Helwesta Serokatiya Hêrêma Kurdistanê derbarê stratejiya nû ya Obama de

11-09-2014
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) -  Serokatiya Herêma Kurdistanê, derbarê stratejiya Barack Obama Serokê DYAyê ya ser têkbirina DAIŞê, daxuyaniyek weşand û da xuyakirin ku, ew hemû hewldanên dijî terorê girîng dibînin.

 

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê tê belavkirin ku,  amadekariya Kurdistanê heye terorîstan têkbibe û di nava hevpeymaniyeke navneteweyî de cih bigre.

Daxuyaniya ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin wiha ye:

 

Pêşrewiya terorîstan û dagîrkirina beşekî zêdeyê axa Iraqê û êrîşkirina wan ya ser Herêma Kurdistanê tenê ne tehdîde ser Iraq û Kurdistanê. Ew tehdîd navçe û hemû cîhanê dixe jêr metirsiyê. Teror diyardeyekî cîhanî ye û bo têkbirina wê jî navdewletî û herêmî pêwîste. Êrîşa terorîstan aşkera bû ku dixwazin navçeyê bikin sekoyek ji bo tehdîdkirina hemû cîhanê.

 

Cihê şanaziye ku Kurdistan li şûna hemû cîhanê li ser qadê û erzî waq'îda bersîva terorîstên DAIŞ daye û li ser destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşrewiyên wan rawestan û tûşî şikestê hatin. Li vê navberê de yarmetîdan û hevkariya welatên dost cihê pêzanîne û îradeya xelkê Kurdistanê li rûbirûbûna terorîstên DAIŞê bi hêztir kir.

 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê hemû hewlekî navdewletî ji bo rûbirûbûn û rîşekêşkirina terorê bi bilind dinirxînin û li rûbirûbûn û ji navbirina rêxistina terorîstî ya DAIŞ de pêşwaziyê jî li stratejiya Serok Obama dike û bi xalekî werçerxan li şerê dijî terorê li qelem dide.

 

Lêdana vê rêxistinê li derveyê sînorên Iraqê jî li ser lawazkirin û têkşikandin û ji navbirina terorîstan de bandoreke zêdetir dibe. Li gel ewe da jî pêwîste civaka navdewletî rêwşuwênên pêwîst bigre ber ji ber ku sedemên bi hêzbûna teror û çavkaniyên darayiyên terorîstan nehêle û kar jî ji bo nehiştina zemîneyên fikrî û kultûrî û siyasiyên geş kirina terorê bike.

 

Koçberbûna sedan hezar hemwelatiyên Êzdî, Mesîhî, Turkmen û rûniştvanên navendî yê Iraqê û nîştecîhbûna wan li Herêma Kurdistanê rewşeke neasayî li Herêma Kurdistanê pêkaniye. Herêma Kurdistanê bi sedema pabendbûna bihayên mirovî û prensîpên pêkvejiyanê yarmetîdan û hewandina koçberan bi erkekî mirovî û nîştîmaniya xwe zaniye û cihê şanaziye gelê Kurdistanê bi sîngekî berfireh himbêza koçber û penaberan kiriye. Lê belê hejmara penaberan û asta karesatan li şiyana Herêma Kurdistanê derketiye. Ji bo wê yekê pêwîste ji bilî li hevkarîkirina bi lez hewla çareserkirina bingehîn li kêşeya koçberan bê dayîn ewe jî pêkhatiye ji vegerana koçberan ji bo navçeyên wan û parastina wan li hemû cûre tehdîdek. Ji bo wê yekê tekezkirina Serok Obama li berdewambûna Amerîka ya ji bo yarmetîdana koçberan û vegerandina wan ya bo mal û warên dîrokî, girîng û karîgere.

 

Herêma Kurdistanê hemû şiyanên maddî û ma'newî û serbaziyên xwe xistiye ger ji bo şerkirina li dijî terorîstan û têkşikandin û û rizgarkirina navçeyên dagîrkirî û gedeyên xwe kiriye qurbanî û gelek bi destvekirî yarmetiya koçberan daye û bi navê çareserkirina kêşeyan beşdariya proseya siyasiya Iraqê jî buye. Amadehiya tevahî jî ji bo berdewambûna li têkşikandin û ji navbirina terorîstan û hevkarîkirina hemû cûre hevpeymaniyekî navdewletî ji bo rîşekêşkirina teror û yarmetîdana koçberan û vegerandina aramî û mîsogerkirina mafên rewayê runiştvanên navçeyê heye û çareserkirina bingehîna wê giriftê li navçeyê da bûne sedema derketina tundrewî û dîktatorî û nearamî û têkdana asûdeyî ya hemwelatiyan.

 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

11.09.2014

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst