Nêçîrvan Barzanî û Ahmed Turk ser avakirina ‘Hêza Parastina Hevbeş’ axivîn

11-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Ahmed Turk û şanda HDPê li Başûrê Kurdistanê çûn serdana Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û di heqê yekîtiya neteweya kurd û avakirina hêza parastina hevbeş de gotûbêj kirin.

 

Pîştî nîvro, Şaredarê Mêrdînê Ahmed Turk tevî şanda Partiya Demokratîk a Gelan ku ji Hevserokên HDPê Selahatin Demirtaş û Figen Yuksekdag û hin parlamenterên kurd ku endamên Parlementoya Tirkiyeyê pêkdihat, îro serdana Nêçîrvan Barzanî kirin.

 

Di hevdîtinê de her du alî ser karesata Şengalê rawestiyan û di vê çarçoveyê de behsa girîngiya yekîtiya neteweya kurd û avakirina hêza parastina hevbeş a kurdî kirin. Endamên şanda bakurê Kurdistanê ragihandin ku hevdîtina bi Barzanî re erênî bi encam bûye.

 

Şanda HDPê, bi hatina xwe ya Başûrê Kurdistanê çûbûn serdana Mam Celal Serokomarê Berê yê Iraqê û her wiha çûbûn çiyayê Qendîlê û rayedarên KCKê re hatibûn ba hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst