Hevseroka Şaredariya Cizîrê ji kar hat avêtin (Hat nûkirin)

11-09-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Şaredariya Cizîrê Leyla Îmret ji kar hat avêtin.

Li gorî agahiyan Hevseroka Şaredariya navçeya Cizirê Leyla Êmret ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji kar hat avêtin.

Serdozgeriya Komarî a Cizîrê beriya niha derbarê Leyla Îmretê de doz vekiribû.

Serdozgeriyê Îmret bi “propagandaya rêxistina terorîst dike, berê xelkê daye ku ew bi çekan li hemberî Hikûmeta Tirkiyeyê derbikevin” tometbar kiribû.

Piştî lêpirsînê Leyla Îmret ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji kar hat avêtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve ji 4ê Îlona 2015an saet 20:00an ve dest pê kiribû.

Di vê heyame de alozî derketibûn di encamê wê de çend welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest danbûn herwiha çend welatî birîndar jî bibûn.

Parêzgariya Şirnexê îro 11ê Îlonê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû, ku dê sibe 12ê Îlonê saet 07:00 sibehî dawî bi qedexeya derketina xelkê li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê were.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst