16 Photos
Silêmanî (Rûdaw) – Piştî 2 salên lêkolîn û lêgerînan, arkeologên Zanîngeha Munchen a Almanyayê li Girê Kajawî ya herêma Şarezûrê, çend xanî û çend perçeyên berhemên dîrokî peydakirin.
Li gorî lêkolînan dîroka van avahiyan vedigere 5 hezar sal beriya niha. Arkeologan ev yek pirtrast kiriye ku berhemên 5 çax û serdemên dîrokê di Girê Kajawî de hene.