Hevseroka Şaredariya Cizîrê hat girtin

11-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevseroka berê ya Şaredariya Cizîrê Leyla Imret ji aliyê Rêveberiya Ewlekariya Cizîrê ve hat desteserkirin.


Li gor agahiyan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama serdegirtina malan de Hevseroka Şaredariya berê Cizîrê Leyla Imret ku bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ji peywirê ji kar hatibû derxistin, ligel Endamê Meclisa Partiyê yê DBPê Yunus Durdu û Hevserokê HDPê yê Cizîrê Alî Akdenîz hatin girtin.


Leyla Îmret û Hevserokê HDPê Alî Akdenîz bi hinceta, “endamên rêxistinê ne” polîsan ew birine Rêveberiya Ewlekariya navçeyê.


Her wiha Endamê Meclisa Partiyê yê DBPê Yunus Durdu ku ew jî li mala Îmret bû hat binçavkirin. 



Imret, Durdu û Akdenîz li Rêveberiya Polîsan a Cizîrê tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku ew bi parêzer an jî malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst