Li Berdereşê 4 kesan canê xwe ji dest da
Berdereş (Rûdaw) – Di bûyereke trafîkê de li ser rêya Berdereş-Kelekê, 4 kesan canê xwe ji dest dan, ku li gorî gotina Polîsê Trafîkê yê Berdereşê kesên qurbanî endamên malbatekê ne.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Berdereşê, Hazim Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Îro duşembî 11ê Îlonê di demjimrê 19:15an de çar otomobîlan li ser rêya Berdereş-Kelekê li hev dan û di encama bûyerê de 4 kes mirin.”
Hazim Mihemed got: “Kesên ku di bûyera îro de canê xwe ji dest dane, endamê yek malbatê ne û du ji wan zarok û jinek û zilamek in.”
Polîsê Berdereşê diyar kir, ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Salane li Herêma Kurdistanê bi sedan kes di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest didin.