PDKÎ û Komeleya Zehmetkêşan: Îranê hêzeke mezin aniye ser sînor
Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê dibêjin, Îranê hêzeke mezin li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û tekez dikin, metirisya vê yekê heye, ku Îran êrişên din li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk bihîne.
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, ku Îranê li aliyê sînorê parêzgeha Urmiyê hêzeke mezin a serbazî li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kom kiriye.
Fermandeyê Giştî yê Hêza Pêşmerge ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand, Îranê li devera Kêleşîn a Şinoyyê hêzeke mezin bi çekên giran bi cih kiriye, lê hêj ti hêzeke îranî derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê nebûye.
Kawe Behramî got, li gorî agahiyên wan nêzîkî 20 rojan e, ku Îran amadekariyan dike, daku hêzên xwe li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê zêdetir bike.
Behramî herwiha da zanîn, ku Komara Îslamiya Îranê ji Tewrêzê ve hêzeke mezin bi gelek çek û teqemeniyan ber bi Nexede û Urmiyê ve livandiye û û hêzên xwe li deverên ser bi Şino û Pîranşarê bi cih kirine. Bi gotina Behramî, li sînorê Merîwanê li parêzgeha Sine jî Îranê hêzeke mezin li nêzîkî sînor bi cih kiriye.
Fermandeyê Giştî yê Hêza Pêşmerge ya PDKÎyê destnîşan kir, ku ew haydarî liv û tevgerên hêzên Îranê ne û ji bo wê yekê amadekariyên xwe jî kirine.
Herwiha piştî êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên Partiya Demokarata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anku HDKA), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kampa Zirguwêz a li sînorê Silêmaniyê vala kiriye.
Endamê Polîtboruya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Eta Seqizî j Rûdawê re got, sedema valakirina kampên wan ev e ku metirsya êrişa esmanî bo ser wan kampan heye.
Eta Seqizî diyar kir, li gorî hin zanyariyên ku cihê baweriyê ne, Îranê nêzîkî 3 hezar hêzên komando ji bajaerê Merîwanê ve bo çiayayê Sorên veguhestine û tekez kir, ew egera êrişa bejayî bo ser baregehên xwe bi dûr nabînin.
Eta Seqizî herwiha got, rewşa Iraq û navçeyê bi awayekê ye ku dibe Îran dest bi êrîşên bejayî bike û ji ber ku kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî sînoran in, êrişkirina bo Hêzên Îranê asan e.
Roja Şembiya vê heftiyê 8ê Îlona 2018 Îranê di êrişeke mûşekî de baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û PDKÎyê li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê kire armanc.
Di encama wê êrişê de, 17 kesên ser bi HDK û PDKÎyê ve canê xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn, ku jin û zarok jî di nava wan de hebûn.
Herwiha her du sekreterên niha û berê yên HDKê, Mistefa Mewlûdî û Xalid Ezîzî di êrişê de birîndar bûn.