Li Wanê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê, encamdana hemû cure çalakiyan bo heyama 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê, hemû cure çalakî bo heyama 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nav sînorên parêzgehê de, encamdana xwepêşandan, civînên li derve, konferansa rojnamevaniyê, çalakiya rûmiştinê, vekirina stantan û hemû cure çalakiyên din ji , ji 11ê Îlonê heta 25ê Îlonê qedexe ye.

Li parêzgehên Bakûrê Kurdistanê, gelek caran ji ber encamdana operasyonên li dijî PKKê, hikûmeta Tirkiyê, qedexeyên derketina derve û encamdana çalakiyan radigihîne.