Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî alîkarî da xelkê Efrînê

11-09-2023
RÛDAW
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 150 paketên xwarinê belav kirin
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 150 paketên xwarinê belav kirin
Nîşan Alîkarî Efrîn Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 150 paketên xwarinê li xelkê belav kirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên ku navenda wê bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê bû, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî yekem dezgeha navdewletî bû alîkarî gihande Efrînê.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ofîsek li bajarê Efrînê vekiriye û alîkariyên xwe li wî bajarê Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, li Efrînê zêdetir alîkariya xwarinê dide.

Herî dawî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 150 paketên xwarinê li herêma Efrînê belav kirin.

Herwiha biryar e Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di rojên bê de hinek din paketên alîkariyê li wê derê belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst