Keleha Rihayê: Kar û xebatên kolanê berdewam in
Hewlêr (Rûdaw) - Li Keleha Rihayê ya ku dikeve naverasta bajêr kar û xebatên kolanê berdewam in.
Ji sala 2020an tîma şûnwarnasan li pey paşmayên şaristaniyên ku li vê kelehê jiyane digerin.
Berpirsa Tîma Şûnwarnasan Prof. Dr. Gulriz Kozbe got:
“Sala 2020an me dest bi kolandinê kir. Em dikevin sala çaran.
Berê li vî şûnwarî ti kolandin nehatibûn kirin, tenê yek du caran ji ber karesatên xwezayî ji bo birc û beşên kelehê yên herifî ji nav neçin hinek kolandin çêbûne.
Lewma xebata me wek yekem xebata arkeolojîk tê qebûlkirin.”
Li çar beşên kelehê xebat berdewan in
Şûnwarnasan heta niha gelek beş derxistine ser rûyê erdê lê hîn gelek beşên wê di bin axê de ne û xebatên derxistina wan jî didomin.
Berpirsa Tîma Şûnwarnasan Prof. Dr. Gulriz Kozbe herwiha anî ziman:
“Xebatên kolandinê li çar beşan tên kirin. Yek li beşa A.yê cihê stûnên ku wek sembola Urfayê tê naskirin, du li beşa B.yê li qesra ku tê pêşbînîkirin a serdema Memlûkan e, yek jî li rojavayê kelehê birca rojava û ya çaran jî li rojhilatê kelehê karên paqijkirinê hene daku kolandin dest pê bike.”
Riha yek ji bajarên herî kevin ê Bakurê Kurdistanê ye
Şûnwarnas dibêjin, vê kelehê mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û gelek caran dest guhertiye.
Di serdema antîk de ji aliyê Osroeneyê ve hatiye çêkirin, piştre dikeve destê Roma, Bîzans, Ebasî, Merwanî, Eyûbî, Zengî û Osmaniyan.