KERKÛK - Erebên hawirde bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Pelkaneyê yê navçeya Dûbizê ya parêzgheha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Erebên hawirde pev çûn.

Di encama pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Çavkaniyekî ji polîsê Dûbizê ji Rûdawê re ragihand:

"Saet 17:40ê çend kesên Erebên Bedewî yên eşîra Şemeran di nav xwe de pev çûn û çek bi kar anîn.

Di encamê de du ji wan hatin kuştin û kesek jî birîndar bû."

Polîsê Dûbizê her wiha da zanîn:

"Ew kes Erebên hawirde yên gundê Pelkaneyê yê nahiyeya Sergeranê ve ne.

Hîn nayê zanîn ka sedema pevçûna wan çi ye lê rewşa du birîndaran giran e."

Li gorî wêne û dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin, termê kesên ku hatine kuştin û birîndar li ser cadeyê ne.

Hat diyarkirin ku polîs gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.