Mesrûr Barzanî: Em pêbendî nirxên girîng ên Şoreşa Îlonê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Şoreşa Îlonê de peyamek belav kir û got, "Em teqeziyê li ser pêbendbûn û bilindragirtina nirxên girîng û biqîmet ên Şoreşa Îlonê dikin.”
Îro di ser Şoreşa Îlonê re 64 sal derbas dibin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê wesîleyê peyamek belav kir û got:
"Em salvegera Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi rêbertiya rêberê me yê niştimanî Cenabê Barzaniyê Nemir bi rêz û rûmet em bi bîr tînin ku şoreşeke seranserî ya gelê Kurdistanê bû bi hemû netewe, ol û pêkhateyên cuda ve.
Şoreşa Îlonê ji bo parastina mafên neteweyî û niştimanî yên gelê Kurdistanê û rawestana li dijî zulm û dagirkeriyê bû.”
“Gelek destkeftiyên girîng hatin bidestxistin”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser encamên Şoreşa Îlonê jî got:
"Ji ber berxwedêrî û îradeya bihêz a gelê Kurdistanê û yekitiya gelê Kurdistanê ya di Şoreşa Îlonê de, gelek destkeftiyên girîng hatin bidestxistin ku ya herî girîng ji wan Peymana 11ê Adara 1970î û neçarkirina rejîma Îraqê bû ku mafên gelê Kurd nas bike."
Artêşa Îraqê 11ê Îlona 1961ê li herêma Bazyan, Geliyê Xelkan û Dihokê dest bi êriş û bombebaranan kir.
19ê Îlonê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî li hemberî êriş û bombebaranan biryara parastinê da.
Şoreşê meha Îlona 1961ê bi rêbertiyê Mele Mistefa Barzanî li dijî artêşa Îraqê dest pê kir.
Şoreşê heta Peymana Cezayîrê ya sala 1975an berdewam kir.