Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê ji bo vejînê ruhekî nû da ber Kurdistaniyan
Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji bo Şoreşa Îlonê got, “Şoreşa Îlonê bû nasname û bingeha bîra neteweyî û niştimanî û ji bo vejîn û têkoşînê ruhekî nû da ber Kurdistaniyan."
Îro 64 sal di ser Şoreşa Îlonê re derbas bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û got:
"Îro di bîranîna 64emîn a Şoreşa Mezin a Îlonê de, em Rêberê şoreşê û gelê Kurdistanê, Barzaniyê Nemir û hemû serkirde, Pêşmergeyên qehreman û dilsoz ên Kurdistanê bi rêz bi bîr tînin ku beşdar, hevpar û hêz û bazûya şoreşê bûn.
Dirûd ji bo ruhê pak ê şehîdan û silav li malbat û kesûkarên wan ên serbilind.
Şoreşa Mezin a Îlonê di serdemeke aloz û dijwar de ku ji her alî ve zilm û înkar li gelê Kurdistanê dihat kirin, bû nasname û bingeha bîra neteweyî û niştimanî, ruhekî nû ji bo vejîn û rûbirûbûnê da ber Kurdistaniyan.
Bû sîwana komker a hemû çîn û pêkhateyan û dengê rewa, wêrek û hawara maf û azadiya gelê Kurdistanê gihand tevahiya cîhanê û wekî gelekî zindî, jiyandost û aştîxwaz derket holê.
Di vê bîranînê de em tekezî li ser armanc, prensîp û nirxên bilind ên şoreşê yên wekî azadî, demokrasî, bihevrejiyan, hevdûqebûlkirin, lêborîn û aştiyê dikin.
Wekî ku Şoreşa Îlonê şoreşa hemû pêkhateyên Kurdistanê bû, hemûyan bi hev re yekrêz û hevdeng ji bo yek armancê xebat kir û qurbanî dan, îro jî ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe divê em hemû bi hev re kar bikin heta ku em gel û welatê xwe digihînin keviya aramiyê.
Bilind û bi rûmet be bîranîna Şoreşa Îlonê, silav û dirûd li ruhê pak ê şehîdan."
Şoreşa Îlonê
Berî 64 salan, 11ê Îlona 1961ê gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir.
Ew xebat di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wekî Şoreşa Îlonê tê naskirin.
Artêşa Îraqê 11ê Îlona 1961ê li herêma Bazyan, Geliyê Xelkan û Dihokê dest bi êriş û bombebaranan kir.
19ê Îlonê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî li hemberî êriş û bombebaranan biryara parastinê da.
Şoreşê meha Îlona 1961ê bi rêbertiyê Mele Mistefa Barzanî li dijî artêşa Îraqê dest pê kir.
Şoreşê heta Peymana Cezayîrê ya sala 1975an berdewam kir.