Li Meletiyê 2 koman bi kêr û çekan êrişî hev kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna du aliyan de 3 kes bi çek û kêran birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, îro li taxa Firatê ya navçeya Meletiya Kevin di navbera du grupan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Paşê jî her du aliyan bi çek û kêran êrişî hev kir.
Di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiya Kevin.
Her wiha polîsan li cihê bûyerê 7 gumanbar desteser kirin û ew birin birêvebiriya ewlehiyê ya bajêr.