Bajarê Mihemedan: Navê ji sedî 11,5ê nifûsa Îlamê Mihemed e

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Saziya Nifûsê ya parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku navê Mihemed li wê parêzgehê navê herî belav e û ji sedî 11,5ê şêniyên parêzgehê navê wan Mihemed e.

Birêvebirê Saziya Nifûsê ya Îlamê Ayet Mehdeviyan ragihand, li gorî tomarên wan, di 107 salên borî de zêdetirî 2 milyon û 707 hezar kes li Îranê navê "Mihemed" li wan hatiye kirin û ev nav li wî welatî navê herî berbelav e.

Ayet Mehdeviyan her wiha got li parêzgeha Îlamê jî navê zêdetirî 52 hezar kesan Mihemed an navên hevedudanî yên wekî Emîrmihemed û Mihemedemîn e.

Li gorî gotina Mehdeviyan, li parêzgeha Îlamê navê 15 hezar kesan Mihemed e û navên hevedudanî yên wekî Emîrmihemed û Mihemedemîn di rêza duyem û sêyem de ne.

Li gorî amarên dawî yên ku sala 2024an ji aliyê Navenda Amaran a Îranê ve hatin belavkirin, hejmara şêniyên parêzgeha Îlamê nêzîkî 600 hezar kesî ye û ji aliyê hejmara şêniyan ve Îlam di nav 31 parêzgehên Îranê de parêzgeha herî kî nifûsa wê kêm e.