Encumena Wezîran mijarên mûçe û damezrandinê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li bajarê Hewlêrê birêve çû.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman derbarê naveroka civînê de got: “Di civîna Encumena Wezîran de behsa dabeşkirina mûçeya meha heşt a karmendên Herêma Kurdistanê û mijara damezrandinê di wezaretan de û bi taybet jî damezrandin di Wezareta Tendirutiyê de hatiye kirin.”

 

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet, Mewlûd Bawe Murad jî ji Rûdawê re ragihand: “Di vê civînê de behsa damezrandina pizîşkan bo Wezareta Tendirustiyê hat kirin. Herwiha di civîna Encumena Wezîran de rênimayiya hejmara 11 a yasaya bidestxistina zanyariyan hat pesendkirin.”

 

Biryar bû roja pênşemiyê 13ê Cotmehê civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê were sazkirin, lê belê civîn hat paşxistin û îro sêşemî 11ê Cotmehê hat encamdan.

 

Dawîn civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê roja 29ê Îlona 2016 bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hatibû sazkirin û di wê civînê de biryar hatibû dan, kiu ji niha pê de Encumena Wezîran du hefteyan carekê bicive.