Hwelêr (Rûdaw) – Balyozê Swêdê yê li Iraqê Potnes Milander ragihand ku welatî weke beşek ji hêzên hevpeymanan 3 sal in rahênanê bi Hêzên êşmerge dike û niha jî dema wê yekê ye xelk di ewlehî û aştiyê de bijîn û divê xelk hest bi aramiyê bikin.
Balyozê Swêdê yê li Iraqê Potnes Milander ji Rûdawê re ragihand ku dive di qonaxa nû de jî perwerdekirina serbazî ya Hêzên Pêşmerge berdewam bike.
Potnes Milander bal kişande ser hevkariya ligel Hêzên Pêşmerge û got: “Swêd ev sê sal in ligel Hêzên Pêşmergeye hevkariyê dike û di ware perwerdekirina leşkerî de rahênana pêşmerge dike wek beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê. Em bi rêya Kerîm Şingalî danûstandinên me yên baş hebûne. Vê yekê bandora xwe li ser şikandina DAIŞê kiriye li Herêma Kurdistan û Iraqê.”
Milander tekez kir ku welatî wî ne bi tenê di ware serbazî de hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê dikeê di heman demê de ew alîkariyên civakî jî li xwe digirin û wiha pê de çû: “Em hemû dizanin ku ji bo vedîtina çareseriyekê di şerê li dijî DAIŞê de li gel hewlên serbazî hewlên sivîl jî pêwîst e hebin. Ji bo şikandina divê welatekî ewle û pêşketî hebe. Ez di wê baweriyê de me ku me di vê çarçoveyê de gelek hewil dane.”
Balyozê Swêdê yê li Iraqê di beredewamiya axaftina xwe de got jî: “Ez wisa hizir dikim ku emê niçin qonaxeke nû ku em perwerdeyê bi hêzan nakin, lê em dê rahîneran perwerde bikin. Lewma hêzên hevpeymanan û di nava wan de hêzên Siwêdî jî rahênerên Iraq û yên Pêşmerge jî perwerde kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse