Bi hatina demsala payîzê werza çinîna pembûye li bajarê Amedê destpêkir û niha Keç û xortên ciwanên Kurd, ji serê sibê zû heta êvarê bêyî ku herin dibistanê ji bo alîkarî bigihînin malbatên xwe çinîna pembûyan dikin. Ji aliyeke din ve cotkar û karsazên pembûyan ji bûhayê îsal nerazîne û dibêjin ku ji ber giranbûna tov, mazot, gubre û dermanên kiştukaliyê kara me li gor sala borî bi rêjeya % 100 daketiye"

Li deşta Amedê piştî çinîna genim, ceh, garis û gilgil niha dor hate pembûyê.
Li bajarê Amedê li ser 500.000 hezar donim erdê avî pembû tê çandin û heke demsal bû payîz ango mehên cotmeh û mijdarê werza çinîna pembû ye, cotkarên Amedê di vê demsalê de an bi bîçeran an jî ji ber ku maliyeta wê kêmtir e , bi destê paleyan pembûyê xwe didine hev da ku keda xwe yê salek bifroşin.
Mizgîn û bi hevalên xwe ve piştî nimêja sibê bi destê terikî dîsa berê xwe dane ser erdê li kêleka Çemê Dîcleyê û pembû diçinin, temenên wan di navbera 15 û 20 an de ye, yên ku dibistan dixwînin û bi neçarî niha naçin hene û herwisa yên ku di dergehên dibistanê de derbas nebûne jî, her paleyek ji sibê heta êvarê qederê 250-300 kiloyan pembû berhev dikin da ku heqê roja xwe radestî dayik û bavên xwe bikin.
Paleya pembû Mizgîn Eker ji Rûdawê re wiha got: “Em bi neçarî li vê derê pembû kom dikin, min jî dixest ku ez li dibistanêbûma; lê rewşa malbata min nebaş e divê ez alîkarî bi wan re bikim rojê 300 kîlo bembû diçinim."

Karê çinîna pembû zor zehmet e û jê re lezgînî divê, herwisa sir û serma, ba û baran barên wan zehmettir dike
Pembûçin Delîl Surmelî jî got: “Sibê heta êvarê di nav vê zehmetiyê em kar dikin; lê baş e ku ev kar jî ji destê me tê.”
Karkerê pembû Dogan Eker diyar kir ku pereyên ku ew rojane distînin hema nanzikî ye.
Pembûçin Muzaffer Suer jî anî ziman: “Ev 7-8 meh in ku ez karê pembû dikim, çandin, avdan, aşêfkirin û niha jî topkirin.”
Pembûyên ku ji nav zeviyan hatin komkirin vêca ji karxaneyên çirçiran re têne veguhêstin, pembû ji dendik û qirşê wê li vê derê tê veqetandin, dendêkê wê dibe don û pembûyê safî jî ji bo benê textîlê li vê derê tê amadekirin, îsal ji ber kurmên nebatan hilberandina pembûyê % 100 ketiye, karsaz Omer Pervane dibêje ku sala borî serê donimê 600 kîlo me pembû wergirt; lê îsal ev daketiye 300an.
Karsaz Omer Pervane destnîşan kir ku îsal ji ber kurm û nesaxiyên kiştukaliyê dahata pembûyê gelek ketiye û wiha pê e çû: “Em çaverê bûn ku buhayek baş were eşkere kirin; lê heta niha wek 3.5 lîre hatiye eşkerekirin, ji ber ku nirxên gubre, derman, mazot û pêdiviyên kiştukaliyê gelek zêdebûne kara cotkar û karsazên ku çavên wan li pembû ye % 100 daketiye.”
Li bajarê Amedê 30ê wê li bajaroka Bismilê li ser hev 50 kargehên pembûyan hene, îsal ev kargeh kiloya pembûyê bi 3.5 lîreyan distînin bi 8.5 lîreyan difroşin. Bajarê Amedê di hilberandina pembû de di rêza 10an de ye herwiha Tirkiye pêwistiya xwe ya bi pembûyê tenê bi % 35ê dikare dabîn bike ango % 65 pembû tê hawirdekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse