Rêya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê tê nûjenkirin
Qamişlo (Rûdaw) - Rêya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê niha tenê nûjenkirin û firehkirin. Deseteya Şaredariya Cezîrê bi alîkariya şaredariya Dêrikê rê berfireh dikin.
Çêkirina rêya hatin û çûnê ye di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dest pê kiriye. Li gorî projeyeke Desteya Şaredariyan a Cizîrê bi alîkariya şaredariya bajarê Dêrikê, riya ku Xanesorê bi Sêmalka ve girê dide, tê çak kirin.
Welatiyên herêmê daxwaz dikin ku ew rê bi awayekî baş bê çaksazkirin daku di demek kurt de xirab nebe.
Derbarê vê yekê de welatî bi navê Celal Mihemed ji Rûdawê re wiha got: “Ev rê ji bo millet gelekî bi sûd û dê çend zehmetiyên ji hole rake. Daxwaziya me ew e ku ev rê xweş bib û rêyên di navbera herdu aliyan de vebin. Em bi taybet dixwazin ku ev rê baş bê çêkirin.”
Çêkirina rêya Sêmalkê li ser du qonaxan dest pê kiriye, ya yekê 5 km û nîvan li xwe digre û ya din jî kîlomitrek û 600 metreyan lixwe digire.
Kelûpelên di çêkirina rê de têne bikaranîn hemû xwecihî ne û li Rojavayê Kurdistanê tenê amdekirin.
Endiziyarên di vê pirojeyê de kar dikin dibêjin ku li gorî standartên cîhanê vê rêyê çêdikin.
Endezyarê bi navê Elî Felac jî got: “Ev 15 roj in me karê xwe daye destpêkirin. Em keviran radixin. Karê min jî pîvan e. J sere sibê heya ku roj diçe ava, em kar dikin. EM hewl didin berî hatina zivistanê vê projeyê bi dawî bikin.”
Tê gotin ku 159 milyon lîreyên sûrî ji bo projeya çaksazkirina rêya Sêmalka xala bihevgirêdana Rojava û Başûrê Kurdistanê bê xerckirin.