Li Osmaniyeyê bi lerza 5.1 pileyî erdhejek pêk hat
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kinikan (Osmaniye) ya Bakurê Kurdistanê, îro 11ê Cotmehê bi pileya 5.1 erdhej pêk hat.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku, îro 11ê Cotmehê demjimêr 18:48an bi pileya 5.1 erdhejek pêk hat.
Li gor zanyariyên AFADê belav kirine, erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çê bûye.
Heta niha derbarê zerarên erdhejê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.