Xelatên GGCyê hatin dayîn: Rûdawê 2 xelat wergirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Xelatên Rojnamegerên Serketî yên Salê yên 39emîn ên Cemiyeta Rojnamegeran an Başûrrojhilat (GGC) li Amedê bi merasîmekê hatin dayîn.

Merasîma Xelatên Rojnamegerên Serketî yên Salê yên 39emîn ên GGCyê li Otela Turîstîk Palasê ya navçeya Amedê hat lidarxistin.

Serokê GGCyê Felat Bozarslan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Serokê PSKyê Bayram Bozyel, siyasetmedar Galîp Ensarîoglu, Mehdî Eker, Ceylan Akça Cupalo, bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş û gelek rojnameger û kesayetên navdar beşdarî merasîmê bûn.

Pêşbirk îsal ji bo bîranîna rojnamegerê hêja Umît Ozdal ê ku vê dawiyê koça dawî kiribû, hat lidarxistin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun di merasîmê de axivî û got:

"Hûn karkerên çapemeniyê yên hêja ku hemû şahî û tiştên girêdayî jiyanê li her dera cîhanê digihînin mirovahiyê, em li Amedê ku yek ji bajarên girîng ên Rojhilata Navîn e dijîn.

Li welatê me pêvajoyeke aştiyê heye û em hêvî dikin ku bi awayekî herî birûmet bi encam bibe."

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê û wezîrê berê Mehdî Eker jî di merasîma xelatan a GGCyê de derket ser dike û Sirri Sureyya Onderê ku 5 meh berê koça dawî kiribû bi bîr anî.

Du xelat ji Tora Medyayî ya Rûdawê re

Di merasîmê de, ji Tora Medyayî ya Rûdawê Abdulselam Akinci di beşa nûçeyên Kurdî de xelata yekemîniyê û Şevket Herkî jî xelata mansiyonê wergirt.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci bi nûçeya xwe ya bi navê "Desmala Bêmiraziyê" di Beşa Nûçeyên Kurdî de hêjayî xelata yekemîniyê û nûçegihanê Rûdawê Şevket Herkî jî bi nûçeya "Çîroka du birayên bêkes û feqîr" hêjayî xelata mansiyonê hat dîtin.

Sponsoriya merasîma xelatan û çalakiyên li Amedê ji aliyê Aydiş Yapiyê ve hat kirin.

Xelatên Taybet

Xelata Taybet a GGCyê: Nizamettin Kabaiş - Ji ber têkoşîna wî ya edaletê ya ji bo keça wî Rojin Kabaiş

Xelata Azadiya Çapemeniyê: El-Cezîre - Li ser navê rojnamegerên ku li Xezeyê şehîd ketine (zêdetirî 230 rojnamegeran canê xwe ji dest dane)

Xelata Taybet a Juriyê: Sirri Sureyya Önder - Ji ber keda wî ya di aştiya civakî de (piştî mirina wî hat dayîn)

Beşa Nûçeyên Kurdî:

YEKEMÎN: Abdulselam Akinci (Rûdaw TV) - Bi nûçeya "Desmala Bêmiraziyê"

MANSIYON: Şevket Herkî (Yilmaz) (Rûdaw TV) - Bi nûçeya "Çîroka du birayên bêkes û feqîr"

Xelatgirên Kategoriyên Din

Nûçeya Nivîskî: Zelal Sinayiç (Amîda Haber) - Yekemînî

Nûçeya TVyê: Bîrgul Yazici (TRT Haber) - Yekemînî

Bernameya TVyê: Zulkuf Yakut (Amed Radyo TV) - Yekemînî

Dîmen: Ayhan Bayrak (JEK TV) - Yekemînî

Xebata bi Dronê: Engîn Dalgic (TRT) - Yekemînî

Wêne: Ozkan Olcay (Ajansa Nûçeyan a Îhlasê) - Yekemînî

Hevpeyvîn: Evrîm Denîz (Bîanet) - Yekemînî

Sêwirana Rûpelê: Nermîn Zengîn (Guneydogu Ekspres) - Yekemînî

Bernameya Kurdî: Mehdî Mutlu û Atîlla Gorur (WAAR TV) - Yekemînî

Nûçe/Bernameya Radyoyê: Adîl Guzel (TRT Radyo) - Yekemînî

Nûçeyên Werzişê: Giyasettîn Tetîk (Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê) - Yekemînî

Di pêşbirkê de bi giştî 12 berhem hêjayî xelata yekemîniyê hatin dîtin.