Li Rihayê kesek di êrişa bi kêrê de hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Linavçeya  Karakopruyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesek di êrişeke bi kêrê de kesek hat kuştin.

Li gor zanyariyan, îro li navçeya Karakopruyê ya Rihayê kesekî ku nasmeya wî hîn jî nehatiye diyarkirin, bi kêrê êrişî Ferît Abrakê 32 salî kir.

Ferît Abrakê ku ji gelek cihên laşê xwe birîndar bû, hewl da bi kêra li pişta xwe bi motorsîkleta xwe biçe nexweşxaneyê lê ji ser hişê xwe çû û ket erdê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendurıstiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Ferît Abrak bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê lê tevî hewldanên bijîşkan mir.

 Li aliyê din ve, tîmên polîsan ji bo girtina gumanbar an jî gumanbaran dest bi operasyonê kir.