Gelo Rêveberiya Xweser dê petrola Dêrezorê radestî Şamê bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekê nêzîkî Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand ku di civîna di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şer de, radestkirina zeviyên petrolê yên li Dêrezorê ji Hikûmeta Sûriyeyê re nehatiye behskirin.

Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Pêwendiyê Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrînê pêk dihat 7ê Çiriya Pêşîn li Şamê bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî re civiyabûn.

Medyaya Sûriyeyê îro belav kiribû ku di civîna di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de, lihevkirinek li ser radestkirina zeviyên petrolê yên li Dêrezorê çêbûye.

Li gorî îdiayê, HSD dê berhema petrolê radestî hikûmetê bike û tenê rêjeyeke biçûk ji bo bazarê jê re bimîne.

"Samanên Sûriyeyê mafê hemû Sûriyeyiyan e"

Lê belê, çavkaniyekî nêzîkî Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ev îdia red kir û got:

“Samanên Sûriyeyê mafê hemû Sûriyeyiyan e lê heta niha ev mijar nehatiye behskirin.”

Mijarên sereke yên civînê

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re eşkere kir ku mijarên ku di civîna di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de hatine gotûbêjkirin ev bûn:

- Tevlîkirina HSD û Hêzên Asayîşê di nava saziyeke niştimanî de ku xizmeta parastina Sûriyan bike

- Rawestandina şer li Heleb û bakurê rojhilatê Sûriyeyê

- Guhertina destûrê

- Vegera koçberan

- Têkoşîna li dijî terorê