DAIŞ dayika wan kuşt lê hêj dest ji pêsîrên wê bernedane
Şingal (Rûdaw)- Di êrişeke çekdarên DAIŞê li ser çeperên Pêşmerge li Şingalê de pisîkek bi topeke hat kuştin. Çêlîkên wê pisîkê diçin ser termê dayika xwe pêsîrên wê dimêjin.
Li çeperên pêşî yên Hêzên Pêşmerge li bajarê Şingalê pisîkek za û pêşmergeyan xwarin û ava didan wê pisîkê.
Hefteya borî di êrişeke DAIŞê de perçeyek ji topeke wan çekdaran li wê pisîkê ket û hat kuşt. Pêşmerge li pisîka xwe digerin û wisa dibînin.
Pêşmerge li eniyên şer bi dehan car ajelên birîndarên gulle û topên DAIŞê, derman kirine û ew rehet kirine.
Herwiha xwarin û avê jî didin wan ajelên ku xwarin û av ji wan qut bûne.