Fazil Mîranî: Divê em li Bexdayê yek deng bin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Desteya Birêvebir a Polîtburoya PDKyê Fazil Mîranî got, “Divê em di nav xwe de yekgirtî bin û li wir (Bexdayê) yek deng bin."

Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.

Berpirsê Desteya Birêvebir a Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî piştî dengdanê ji rojnamegeran re behsa girîngiya hilbijartinan kir.

Fazil Mîranî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku hilbijartin tenê beşek ji pêvajoya demokrasiyê ye û got:

"Îro û duh rojên girîng in, ji ber ku ev çawaniya birêveçûna pêvajoya demokrasiyê ye.

Hilbijartin aliyek ji aliyên demokrasiyê ye lê li her welatekî ne hemû demokrasî ye.

Pêwîst e tevgera berbijêr, sazî û dengderan, tevgereke demokratîk û nûjen be û bi nirxên civaka xwe ve girêdayî be."

"Divê em dûrî kirîn û firotina dengan bin"

Fazil Mîranî bi tundî rexne li rewşên nedemokratîk ên di dema bangewaziyê de girt û hêvî kir ku civaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn bigihîjin wê astê ku dûrî "kirîn û firotina dengan" hilbijartinan bikin.

Fazil Mîranî yek ji hêviyên xwe eşkere kir û got:

"Hêviyek min hebû ku jinek bibe parêzgar li Kurdistanê, şikir ji Xwedê re Xanim Nuxşe bû parêzgara Helebceyê, li Amerîkayê min pîrozbahî lê kir, tevî ku ew ji partiyeke din û nêrîneke din e."

Wî derbarê armanca hilbijartinê jî gotm "Eger aliyekî piranî bi dest xist, divê hikûmetê pêk bîne û xizmeta welat û welatiyan bike.

Ji ber ku prensîbek heye dibêje, li kû derê desthilatdarî û pere hebe, gendelî çêdibe lê divê ev nebe çand."

"Parlamentoya Îraqê destûr bi cih neaniye"

Berpirsê Desteya Birêvebir a Polîtburoya PDKyê, rexne li parlamentoya Îraqê girt ji ber bicihnekirina bendên sereke yên destûrê û got:

“Destûrek me heye ku ji sedî 85ê gelê Îraqê, di nav de em jî deng ji bo wê dane.

Mixabin, parlamentoya Îraqê madeyên girîng bi cih nekirin, di nav de yasaya Encûmena Federal û madeya 140 û heta şîrovekirina sîstema federal."

Fazil Mîranî nexşerêya Kurdistanê ya ji bo piştî hilbijartinan pêşkêş kir û got:

“Piştî van hilbijartinan, divê em bizanibin kîjan kutle zêdetir deng tîne û kîjan enî zêdetir nêzîkî me ye.

Divê em bi wan re hevpeymaniyê bikin ku di ramana xwe de û di awayê çareserkirina pirsgirêkên Îraqê de nêzîkî me ne."

"Divê em li Bexdayê yek deng bin"

Peyama herî girîng a Mîranî, yekrêziya Kurdan a li Bexdayê bû:

"Dema em behsa pirsgirêkên Îraqê dikin, ji dema ku Îraq bûye dewlet, pirsgirêka Kurdan di rêza yekem de ye.

Ji ber ku heta ev pirsgirêk çareser nebe, Îraq aramiyê nabîne. Ji ber vê yekê ji bo gihîştina çareseriyê, divê em di nav xwe de yekgirtî bin û li wir yek deng bin.

Ev hêviya min e, ti hêvî jî nayê cih heta ku hewleke ji bo wê neyê dayîn."

Fazil Miranî di dawiyê de ji bo hemû lîste û namzedên di hilbijartinê de serkeftin xwest.