Li Amedê skeleya pirê herifî: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, skeleya pirekê hilweşiya û li gorî agahiyên destpêkê 4 karker mirin û karkerek jî birîndar bû.

Her wiha hinek karker jî di bin kavilan de mane û hewlên rizgarkirina wan didomin.

Di înşaeta pira di navbera parêzgeha Mûşê û Pasûrê de beşek ji skeleyê hilweşiya û hinek karker di bin de man ku ji aliyê Rêyên Bejayî ve dihat çêkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê mirî û birîndar hene.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastên nexweşxaneyê.

Xebatên rizgarkirinê didomin

Li gorî nûçeya AAyê di bûyerê de 4 karker mirine, karkerek birîndar bûye.

Her wiha tê gotin ku 2 karker jî di bin kavilan de mane.

Kar û xebatên ji bo derxistina 2 karkerên ku di bin kavilan de mane didomîn.