MEXMÛR - Di şerê çekdarî yê malbatan de kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Dîbegeyê ya Mexmûrê ji ber coka avê di navbera 2 malbatan şer derket û di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran li bajarokê Dîbegeyê ye û ragihand ku şer saet 12:00an di navbera du malbatan de derketiye.
Li gorî gotina Goran sê meh berê jî her du malbatan li ser heman mijarê şer kiribûn.
Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku "kesek hatiye kuştin û du birîndar hene ku yek ji birîndaran jin e" û li birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Li gorî zanyariyênn Mistefa Goran ji Birêvebiriya Asayîşa Dîbegeyê wergirtiye şer li ser coka avê derketiye,
Her wiha endamên malbatan di destpêkê de bi kulman li hev daye û paşê şerê wan bûye şerê çekdarî û endamên her du malbatan bi çekan gule li hev reşandiye.
Nûçegihanê Rûdawê amaje bi wê yekê kir ku di şer de çekên wekî BKC û RPG Klaşînkov jî hatine bikaranîn.
Îro li Îraq û Herêma Kurdistanê hilbijartina Parlamantoya Îraqê tê kirin.
Birêvebiriya Asayîşa Dîbegeyê diyar kiriye ku ti pêwendiya şer bi hilbijartinê re nine û ew zû gihiştine cihê bûyerê û rewş hatiye kontrolkirin.
Berpirsekî Asayîşa Dîbegeyê ji nûçegihanê Rûdawê re got, "Em nahêlin şer berbelav bibe û 7 kes hatine desteserkirin."
Mistefa Goran her wiha da zanîn ku çend kesên din ên ji malbatan li malên xwe ne û çek bi wan re ne û hêzên ewlehiyê bi wan re diaxive da ku rewşê aram bike.