Parêzgarê Dihokê: Ji bo parastina Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Dihokê Elî Teter got, “Ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin.”

Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter serê sibehê dengê xwe da û ragihand ku beşdarbûna di hilbijartinan de ji bo parastina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê erkekî niştimanî ye.

Parêzgarê Dihokê li gel endamên malbata xwe dengê xwe da û ji gel û bi taybetî jî ji ciwanan xwest ku bi awayekî berfireh beşdarî pêvajoyê bibin.

Elî Teter ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ew maf û destkeftiyên ku niha hene, bi "xwîna hezaran şehîdan" hatine bidestxistin û divê bi rêya dengdanê bên parastin û got:

"Her metirsiya ku li ser qewareya Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê çêbibe, çavkaniya wê ji Bexda û Parlamentoya Îraqê ye."

Ji ber vê yekê jî xwest ku nûnerên bihêz ên Kurd li Bexdayê hebin da ku van destkeftan biparêzin.

Parêzgarê Dihokê bangeke taybet arasteyî ciwanan û wan kesên ku nû temenê wan gihîştiye 18 salî û cara yekem e mafê wan ê dengdanê heye kir.

Wî ji wan xwest ku biçin ser sindoqên dengdanê û wî erkê niştimanî bi cih bînin ku wekî wijdanekê li ser milên wan e li hemberî xwîna şehîdan.