Li Amedê kesek hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a Ameda Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin.
Li ser Cadeya Qamişloyê ya Taxa Bagcilarê dema ku şofêrek li ber otomobîla xwe ya parkkirî sekinîbû, ji otomobîleke din gule lê hatin reşandin.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Kesê ku rastî êrişê hatibû li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Polîsan ji bo girtina kes an kesên ku piştî êrişê reviyane, dest bi lêkolînê kir.