HILBIJARTINÊN ÎRAQÊ - Kîjan partiyê çend kursî bi dest xistin?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê li Herêma Kurdistanê PDKyê 29 û YNKyê jî 18 Kursî bi dest xistine.
Li Îraq û Herêma Kurdistanê pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraq ku îro danê sibê saet 07:00an dest pê kiribû, bi dawî bû.
Piştî girtina sindoqan dest bi hejmartina dengan hat kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku proseya dengdanê ya li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê bi dawî bûye û sindoq hatine girtin.
Komîsyonê diyar kir ku di proseya hilbijartinê de ji aliyê teknîkî û îdarî ve ti pirsgirêkên neyînî nehatine tomarkirin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ragihandibû ku dê encamên hilbijartinan 24 saetan piştî girtina sindoqan eşkere bike.
Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumana Xelayiyê got ku pêvajoya hilbijartinê bi serkeftî bi dawî bûye.
Berdevkê her wiha diyar kir, “Ji bo misogerkirina ewlehiya proseya hilbijartinê, di navbera komîsyonê û wezaretên pêwendîdar de hevahengiyeke di asta bilind de hebû.”
Ji bo 329 kursiyên Parlamentoya Îraqê 7 hezar û 744 berbijêr ketin pêşbirkê.
Ji bo hilbijartinan ku zêdetirî 21 milyon dengder li hemû parêzgehan tomarkirî bûn, zêdetirî 39 hezar sindoq hatin danîn.
Rêjeya beşdariyê
Li Hewlêra paytext rêjeya beşdariyê ji sedî 50, li navçeya Koyeyê ji sedî 70 û li navçeya Mêrgesorê jî ji sedî 92 bû.
Li Helebceyê rêjeya beşdariyê ji sedî 63 bû, li Çemçemala Silêmaniyê jî ev rêje gihişt ji sedî 75an.
Li navenda Dihokê rêjeya beşdariyê ji sedî 65 bû û li navçeya Zaxoyê ev rêje gihişt ji sedî 81î.
Li Mûsila ku navenda parêzgeha Nînovayê ye, rêjeya beşdariyê ji sedî 50 kêmtir bû. Lê li navçeyan ev rêje gihişt ji sedî 65an.
Li Kerkûkê beşdarî bi ji sedî 45an sînordar ma.
Herêma Kurdistanê 46 kursî hene
Herêma Kurdistanê di Parlamentoya Îraqê de xwedî 46 kursiyan e ku 15 ji wan li Hewlêrê, 18 li Silêmaniyê, 11 li Dihokê û 2 jî kota ne.
Li herêma hilbijartinê ya Hewlêrê, 9 partî û 6 lîsteyên serbixwe bi giştî 108 namzed beşdarî hilbijartinan bûn.
Li Silêmanî û Helebceyê ku wekî yek herêma hilbijartinê ne, 9 partî û 4 lîsteyên serbixwe bi 136 namzedan beşdar bûn.
Li herêma hilbijartinê ya Dihokê jî 59 namzed ji bo ketina parlamentoyê ketin pêşbirkê.
Encamên destpêkê yên Herêma Kurdistanê
Li gorî encamên nefermî, heta saet 20:00an dabeşbûna dengên ku li seranserê Herêma Kurdistanê di hilbijartinên 6emîn a Parlamentoya Îraqê de hatine hejmartin, li gorî partiyan wiha ye:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 832 hezar deng
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 573 hezar deng
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 144 hezar deng
Helwest: 133 hezar 748deng
Nifşê Nû: 115 hezar 748 deng
Komela Dadgerî ya Kurdistanê (Komel): 42 hezar û 793 deng
Eniya Gel: 42 hezar 360 deng
Dabeşbûna kursiyan
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, li seranserê Herêma Kurdistanê li gorî encamên heta niha dabeşbûna kursiyan wiha ye:
PDK: 29 kursî
YNK: 18 kursî
Helwest: 5 kursî
Yekgirtû: 4 kursî
Nifşê Nû: 3 kursî
Komel: 1 kursî
Encamên Hewlêrê
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, li Hewlêra paytext ji sedî 92yê dengan hatine hejmartin. PDK di rêza yekem de ye û YNK û Tevgera Helwest bi ciyawaziya 20 hezar dengan di rêzên duyem û sêyem de ne.
Li gorî vê yekê, dabeşbûna kursiyan li Hewlêrê wiha ye:
PDK: 10 kursî
YNK: 2 kursî
Helwest: 2 kursî
Nifşê Nû: 1 kursî
Encamên Silêmaniyê
Dabeşbûna kursiyan a partiyan li Silêmaniyê wiha ye:
YNK: 8 kursî
Helwest: 3 kursî
PDK: 2 kursî
Yekgirtû: 2 kursî
Nifşê Nû: 2 kursî
Komel: 1 kursî
Encamên Dihokê:
Dabeşbûna kursiyan a partiyan li Dihokê wiha ye:
PDK: 9
Yekgirtû: 2
Encamên Kerkûkê
Dabeşbûna kursiyan a partiyan li Kerkûkê wiha ye:
YNK: 5 kursî
PDK: 1 kursî
Teqedum: 2 kursî
Hevpeymaniya Ereb: 1 kursî
Tirkmen: 2 kursî