PDKyê milyonek deng derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê, lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên 2025an de karî zêdetirî milyonek dengî bi dest bixe.

Çiriya Paşîn a 2025an, hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji bo dengdana taybet ku ji hêzên ewlehiyê û koçberan pêk dihat, hat kirin.

Li gorî encamên destpêkê, Partiya Demokrat a Kurdistanê 94 hezar û 666 deng bi dest xistibûn.

Di dengdana giştî de tenê li bazneyên Herêma Kurdistanê 832 hezar deng bi dest anî. Bi giştî 1,024,728 deng standin.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi van hejmaran milyonek deng derbas kiriye û bi vê yekê di kampanyay milyonek dengî de bi ser ket.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema bangeşeya hilbijartinê de ev kampanya ragihandibû.

Hejmara kursî û dengên aliyan

Hejmara kursiyên aliyan li Herêma Kurdistanê wiha ye (+-1):

PDK: 21 kursî

YNK: 10 kursî

Helwêst: 5 kursî

Nifşê Nû: 3 kursî

Yekgirtû: 4 kursî

Komel: 1 kursî

Li gorî encamên nefermî, dabeşbûna dengên ku li seranserê Herêma Kurdistanê di hilbijartinên 6emîn a Parlamentoya Îraqê de hatine hejmartin, li gorî partiyan wiha ye:

PDK: 1,024,728 deng

YNK: 484,679 deng

Helwêst: 152,281 deng

Nifşê Nû: 131,835 deng

Yekgirtû: 162,455 deng

Komel: 42,793 deng

Bereya Gel: 47,906 deng