Mihemed Hacî Mehmûd: Yasaya hilbijartinê zerer daye Kurdan
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd got, “Yasaya hilbijartinan zerer daye Kurdan û divê yasa were guhertin.”
Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.
Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.
Sekreterê Giştî yê PSDKyê Mihemed Hacî Mehmûd li navendeke ya dengdanê ya li Silêmaniyê dengê xwe da.
Mihemed Hacî Mehmûd piştî ku dengê xwe da ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku ev hilbijartin ji bo xelkê Kurdistanê girîng e.
Lê wî yasaya hilbijartinê rexne kir û got ku kêmbûna kursiyên Kurdan li Bexdayê encama yasayê ye.
Mihemed Hacî Mehmûd bangî xelkê kir ku biçin ser sindoqan û got, “Ev hilbijartin ji bo parastina hevsengiya li parlamentoya Îraqê derfetek e.”
"Divê yasaya hilbijartinê bê guhertin"
Sekreterê Giştî yê yê PSDKyê bertek nîşanî sîstema hilbijartinê ya pirherêmî da û got:
“Mixabin di navbera me û Îraqê de cudahiyeke mezin çêbûye.
Wekî mînak, li Besreyê bi 2 hezar dengan kursiyek tê bidestxistin lê ji bo ku li Kurdistanê ev yek pêk were, 50 hezar deng pêwîst in.
Berê Îraq yek herêm bû û ji 275 kursiyan 75-80 kursî yên Kurdan bûn.
Niha ji tevahiya 329 kursiyan tenê nêzîkî 60 kursiyên Kurdan hene. Eger yek herêm bûya Kurdan dê 85-90 kursî hebûna.”
Wî her wiha diyar kir ku ew dê di paşerojê de ji bo guhertina yasaya hilbijartinê xebatên xwe bidomînin û hêvî kir ku bi ji nû ve aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê re, biryarên Bexdayê yên li dijî Kurd û Kurdistanê bên betalkirin.