Çiyayê Şingalê: Şêr şêr e! Çi jin e, çi mêr e!
Çiyayê Şingalê (Rûdaw) – Meta Hitê, pîrejineke kurd a êzîdî ye ku li ser çiyayê Şingalê çeka wê li milê wê û di nav zar û zêçên xwe de mîna fermandeyekê diçe û tê û vê gotinê dîsa zindî dike: Şêr şêr e! çi jin e çi mêr!
Çiyayê Şingalê êdî bûye kelha jiyan û berxwedanê. Her roj li wir çîrokên qehremaniya pêşmerge û şervanên kurd tên nivîsandin. Di vê destranê de rola jinan jî ne tenê biçûk nîne lê hîn mezintir û bihêztir e…
Pîrejina bi navê Hitê, ku temenê wê ji 70 salî zêdetir e, çek avêtiye milê xwe û li kêleka mêran şerê DAIŞê dike û şer û rûmeta xwe diparêze.
Him kebaniyê dike, him şer dike him jî dayîktiyê dike…