Adem Geverî: HDPê şanaziyê bi ala Kurdistanê dike
Hewlêr (Rûdaw)- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adem Geverî ragihand ku ew şanaziyê bi ala Kurdistanê dikin. Herwiha da zanîn ku, Tirkiyê ditirse Rojava û Başûrê Kurdistanê hev bigrin.
Parlamenterê HDPê Adem Geverî beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû û tê de ragihand ku Tirkiyê mecbûr e pêwendiyên xwe ligel Başûrê Kurdistanê baş bike, ji ber ku cihê Herêma Kurdistanê di siyaseta navdewletî de hatiye guhertin.
Adem Geverî wiha got ku, Enqere ditirse Rojavayê Kurdistanê jî azad bibe û Rojava û Başûrê Kurdistanê hev bigrin.
Geverî wiha domand, pirsa redkirina ala Kurdistanê divê ji PKKê bê pirsîn, ji ber ku ew bi navê HDPê diaxive û HDPe şanaziyê bi ala Kurdistanê dike û ala kurdistanê ji wan re şeref e.