Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter di civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand, Washington pabendî wê rêkevtinê dibe, ku li gel Wezareta Pêşmerge û ji bo alîkariya serbazî û darayî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê heye.
Êvariya roja yekşem 11ê Kanûna 2016ê, li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter û şandeke pê re ku ji Cîgira Wezîrê Berevanî Elissa Slotkin û Balyozê Amerîka li Iraq Douglas Silliman û Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên Wezareta Berevaniya Amerîkayê pêkhatibû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de Ashton Carter spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge di serkirdayetîkirina şerê li dijî DAIŞê û têkşikandina terorîstan de kir û herwiha pêzanînên xwe ji bo hemahengî û karê hevbeş ê Barzanî û Serokwezîrê Iraqê hebû, ku bûye sedema hemahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de û bi vê sedemê jî destkevt û serkevtineke mezin di şerê li dijî DAIŞê de bi dest ve hatiye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin, Carter di civînê de “herwiha spasî bi cih gihandina sozên Serok Barzanî û Pêşmerge di bicîhkirina rêkevtinan û têkşikandina DAIŞê de kir. Ev yek jî nîşan da ku gelê Amerîkayê piştevanî Pêşmerge ye û piştevaniyê ji operasyona ji navbirina DAIŞê dike.”
Derbarê rêkevtina navbera Pentagon û Wezareta Pêşmerge de jî, Carter ragihand, “welatê wî pabendî wê peymanê dibe ku li gel Pêşmerge heye jibo hevkariya serbazî û darayiya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Barzanî spasiya Serok û Cîgirê Serok û Wezîrê Berevanî û gelê Amerîkayê kir ku piştevanî gelê Kurdistanê di şerê li dijî terorê de kirine.”
Barzanî herwiha amajekirin bi qurbanîdana Pêşmerge jî kir û ragihand, pêşmerge di şerê li dijî terorê de ya ku li ser milê wê bûye, bi awayekê serkevtî pêk aniye.
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a civînê de, behsa gefên DAIŞê û hizra terorê ya li ser hemû mirovahiyê û jiyanê kir û bi li ber çav girtina rol û pêgeha Amerîkayê di asta cîhanê da, bi pêwîstî da zanîn, ku Amerîka li ser berpirsatiya xwe ya ji bo berevanîkirina ji azadî û nirxan berdewam be.
Her di vê civînê de, ku hejmarek berpirsên serbazî û siyasî yên Herêma Kurdistanê tê de amade bûn, Barzanî û Carter behsa rewşa meydanî ya eniyên şerê li dijî terorîstan li parêzgeha Mûsilê û herwiha pêngavên şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê kirin.

Berî civîna Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîka li merasîmeke taybet de Madaliyaya wêrekiyê (cesaretê) ya Wezareta Berevaniya Amerîka ji aliyê Wezîrê Berevaniya Amerîka ve bi nûnerayetiya hemû hêzên pêşmergeyên Kurdistanê pêşkêşî çar pêşmergeyan kir.
Di wê merasîmê de Wezîrê Berevaniya Amerîkayê gotareke kurt jî pêşkêş kir û têde behsa wêrekî û qehremaniay Pêşmerge kir û pesnê rola Pêşmerge da ku karî DAIŞê têkbişkîne.
Ashton Carter herwiha ev jî ji pêşmergeyan got: “We şerefê ji bo xwe û gelê xwe tomar kir.”

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse