Mazlûm Kobanî: Ya Erdogan dibêje bi rastî xeter e

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Kobanî bersiva daxuyaniyên Erdogan yên derbarê Navçeya Aram û bicihkirina milyonek penaberên Sûrî li Serê Kaniyê û Girê Spî da.

Mazlûm Kobanî li ser twîtera xwe belav kiriye, ku şandin û bicihkirina milyonek penaber li Serê Kaniyê û Girê Spî tiştekî metirsîdar e û tê wateya “guhertina demografiya” wê navçeyê.

General Kobanî Amerîka û Rûsyayê wek “aliyên berpirysar” di egera guhertina demografiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê de bi nav dike û daxwaz ji herdu welatan dike, ku “rê li ber vê plana Tirkiyê bigirin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kiriye ku mekanîzmek were dîtin, daku xwediyê rasteqîn ên navçeyê vegerin ser mal û milkên xwe.

General Mazlûm Kobanî wiha gotiye: “Ya ku Serokê Tirkiyê ragihandiye, ku dest bi bicihkirina milyonek kesan li herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê kiriye, tiştekî bi rastî metirsîdar e û tê wateya niştecihkirina kesên biyanî li van bajaran, Rûsya û Amerîka berpirsyar in di ber rêgirtina ji guhertina demografiya navçeyên dagîrkirî de û em bang li wan dikin ku pabendiyên xwe pêk bînin û mekanîzmekê diyar bikin, ji bo vegerandina niştecihên serekî.”

Mezlûm Ebdî ligel rûspiyên rojhilatê Firatê civiya

Li gor medyaya nêzîkî HSDê, General  Mazlûm Kobanî ango Mezlûm Ebdî herwiha roja bihorî li gel Desteya Rûsipiyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku ji nûnerên pêkhateyên Kurd, Ereb û Kristiyanan pêk hatibû, hevdîtin kiriye.

Fermandarê Giştî yê HSDê ligel Desteya Rûspiyan behsa pêşhatên herî dawî li navçeyê û êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye. Di civînê de, Mezlûm Kobanî herwiha behsa rêkeftinên navdewletî yên derbarê navçeyê de kiriye û siyasetên Tirkiyê bi “pakkirina nejadî” wesif kiriye.

Li gor zanyariyan, di civînê de endamên Desteya Rûspiyan jî tekez li ser pabendûn û girêdayîbûna xelkê navçeyê bi hêzên HSDê kirine.

Hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSDê li gel rûsipiyên navçeyê piştî wê yekê tê, ku Cîgirê Beşar Esed Elî Memlûk di çend rojên bihorî de serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û li gel serokeşîrên Ereb ên navçeyê civiyabû.

Elî Memlûk daxwaz ji wan serokeşîran kiribû, ku xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk dûr bigirin û zarokên xwe yên çekdar ji nav refên HSDê bînin derê.