Malbata Mahmut Tat: Kurê me ji bo berjewendiyên her du welatan wek qurbanî hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Mahmut Tat ku Swêdê wek endamê PKKê radestî Tirkiyê kir, li gundê Tetu ser bi navçeya Pulurê ya Dersîma Bakurê Kurdistanê dijîn û ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotin: "Ji bo berjewendiyên her du welatan Mahmut Tat wek qurbanî hat hilbijartin."

Birayê wî amaje bi wê yekê da ku Mahmut ne endamê PKKê ye û di sala 1997an de bavê wî jî ji ber tohmeteke ne rast rûbirûyê gefa mirinê ya PKKê bûye û ew wek malbat rûbirûyê zordariya hem dewletê hem jî PKKê bûne.

Mustafa Tat birayê Mahmut Tat dibêje “Ji ber tohmeteke ne rast dadgehê 6 sal û 10 meh ceza dabû birayê min. Perê me nebû ku em parêzerekî baş bigrin û dozê bişopînin. Birayê min şofêrê minîbusê bû û ji ber qedexeya wî ya derketina derveyî Tirkiyê nebû, berî 7 salan çû Swêdê. Her du welatan bo berjewendiyên xwe birayê min kirin qurbanî. Birayê min nexweş e û divê bê dermankirin.”

Mustafa Tat ragihand “Em bi neheqî hatine cezakirin, ji ber ku em bêsûc in û bi gotinên îtîrafkar tên sûcdarkirin em qîr dikin. Tekez têkiliya me bi eşyayê ku tê behskirin re tine. Em ne li benda cezayekî wiha bûn ku li birayê min hat birrîn. Ji ber ku li cihê neheq cezayekî wiha xwar, psîkolojiya wî xirab bû û çû Stenbolê. Ji ber ku parêzer û perê me tibebûn Mahmut çû ba parêzerekî 20 hezar TL jê xwestin. Ji ber ku perê wî tinebûn bi tena serê xwe ket dadgehê. Em ne li benda vî cezayî bûn lê kekê min nihart ku wiha nabe dadgehkirina wî ya dawî mabû, ji ber ku esnaf bû çû Swêdê, çimkî qedexeya wî tinebû.”

Mustafa Tat diyar kir ku birayê wî bûye qurbaniya berjewendiyên welatan û wiha anî ziman “Di navbera her du welatan de ji ber peymana NATOê çûn û hatin Mahmût Tat hilbijartin. Yanî ji wî serê cîhanê radibî diçî û esnafekî biçûkî, bi neheqî ceza li te hatiye birrîn ji bo ku vî çezayî nekişînî derdikevî diçî û di nav du welatan de wek qurban tê hilbijartin.”

Mustafa Tat diyar kir ku ji ber tenduristiya birayê wî di girtîgehê de di rewşeke zehmet de ye û wiha berdewam kir “Birayê min nexweşê penceşêrê ye. du roj berê em çûn hevdîtina wî û me dermanên wî birin lê dermanên wî nedanê. Ji me re gotin divê rapor hebe. Em dê çewa li Swêdê raporê derxin, van raporan çewa bidin. Birayê min divê biçe nexweşxanê û dermanên xwe vexwe û ev 15 roj in bê nan û av li wir e.”

Herwiha Tat got “Birayê min mexdûr e, li cihê beredayî ceza xwar. Di navbera her du welatan de wek terorîst hat îlankirin. Em mexdûrê terorê ne. Bavê min di sala 1997an de ji aliyê PKKê ve hat revandin, di qirê zivistanê de nîv metre berf bariyabû, bavê min di destê wan de ma, bi awayekî mucîze xelasbû. Ji ber ku buxtan li me hatibû kirin. me ji her du aliyan zirarê dît, niha sûcê me çi ye? çima kes ji me fem nake, çima em mexdûr kirin. çima me wek qurban hidibijêrin. Kekê min bi neheqî wek terorîs hatiye îlankirin. Em vê yekê şermezar dikin kekê min ne terorîst e. Bila birayê min ji nû ve bê dadgehkirin, eger pêwîst bike bila bi îtirafkar re bînin hemberî hev. Eger van eşyayan ji me stendibin, bila cezayê wî bidin, lê ne stendibin, nikarin bi vî awayî me bi neheqî ceza bikin û mexdûr bikin.”

Dayika wî jî dibêje ew bi nexweşiya penceşêra qirikê ye û li girtîgehê ji ber dermanê wî nayên dayîn rûbirûyê pirsgirêkên cidî yên tendirûstiyê bûye.

Selvi Tat dayika Mahmut Tat got “Kurê min nexweş e, du caran amelyat bû, dermanê kurê min nadinê. Kurê min anîn û wî kirin qurban. Em hejar in, nan tinebû ku em bixwin. Li zarokên min îşkence kirin lê tevî vê jî neçûn çiyê û tiştek nekirin. Tirkiye wî wek terorîst îlan kir. Eger çûne çiyê, çek bikar anîbe, tiştek kiribe em dê sûcê xwe qebûl bikin lê eger tiştek wisa tinebe me xwe spartiye dewletê bila kurê min berdin.”

Ahmet Tat bavê Mahmut Tat diyar kir “Darizandina wî berdewam bû û ew çû Swêdê. Li wê derê jî wî welatî ew kir qurbanî. Salên borî PKKê ez birim çiyê û ez 7 rojan li wê derê mam. Rûbirûyê gefa mirinê bûm. Piştre ez berdam.”

Mahmut Tat 22ê Mijdara 2022ê ji aliyê polîsên Swêdê hat desteserkirin û 1ê Kanûnê îsal bo Tirkiyê hat radestkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Ev di demekê de ye beşek ji medya Tirkiyê jî behsa wê yekê dikin ku Mahmut Tat ne endamê PKK ye û tenê penaberek bûye li wî welatî û armanceke siyasî li pişt vê radestkirinê heye ku ew jî razîkirina Tirkiyê ye di mijara endambûna Swêdê ya NATOyê de.