Çîroka trajîk a lehiyê: Bokana astengdar hewl da xwe xelas bike lê xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) – Bi gotina bavê wê, Bokana astengdar di lehiya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê de hewl daye xwe xelas bike lê av bi ser ketiye û ew xeniqiye.

Barana boş a pêr bû sedema lehiyê û avê da ser gelek mal û kargehan û zererên canî û madî jî çêbûn.

Yek ji qurbaniyên lehiyê Bokan Beşaret Şerîfa 22 salî ya astendar a şêniya nahiyeya Şoreşê bû.

Bavê Bokanê behsa wê şeva trajîk kir ku wekî tê gotin, "Belkî tenê di fîlman de hatibe dîtin."

Beşaret Şerîf kariye sê zarokên xwe yên din ji xeniqînê rizgar bike lê nekarî Bokanê rizgar bike.

"Min got qey li cem xwişk û birayên xwe ye"

Bavê Bokanê wiha got, “Min ji zarokên xwe re got dibe ku av were, hay ji xwe hebin.

Min dît ku mal tije av bû. Ez pêxwas bezîm û min otomobîla xwe bire cihekî bilind.

Dema vegeriyam min sê zarokên xwe derxistin. Ev zaroka min a ku mir astengdar bû, min got qey li cem zarokên din e û wan jî got qey li cem min e."

Li gorî gotina bav, Bokanê hewl daye xwe rizgar bike lê av bi ser ketiye.

"Her tiştê me hebû avê bi xwe re birin"

Niha şêniyên Şorşê şev û roj mijûlî paqijkirina paşmayên lehiyê ne.

Piraniya wan gazinan dikin û dixwazin bên qerebûkirin çimkî zerereke zêde ya madî gihiştiye wan.

Semed Osmanê yek ji mexdûran lehiyê got, “Du şev e em mijûlî paqijkirina malan in, tiştek ji me re nemaye, çi hebû lehiyê bi xwe re bir."

Şivan Fatih jî dikandarekî nahiyeyê ye û lehiyê zerer daye dikana wî, wî jî ji Rûdawê re got:

"Dikana min a alumînyûmê bû, amûrên min ên biha hebûn. Bi giştî zêdetirî 25 hezar dolar zerer gihîştiye min."

Dîwar hilweşandin da ku cîranan rizgar bikin

Hêza avê ew qasî zêde bûye ku xelk neçar maye dîwaran hilweşîne da ku canê xwe û cîranan rizgar bikin.

Mihemed Ehmed şêniyekî din ê nahiyeyê jî got, "Di mala min de zêdetirî metreyekê av hebû, me xelk li pişta xwe kir û rizgar kir, me dîwar hilweşandin û jineke pîr rizgar kir."

Ji ber bandora lehiyê, binesaziya nahiyeyê jî zerer dîtiye û pirsgirêka peydakirina ava vexwarinê û elektrîkê derketiye.

Li gorî lêkolînan, dibe ku asayîkirina rewşa xizmetguzariyan li nahiyeya Şorşê nêzîkî hefteyekê biajo.