Heyeta Îmraliyê sibe bi Bahçelî û Babacan re dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, sibe dê Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ziyaret bike.

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê bi Babacan û Bahçelî re bicivin.

Hevdîtina bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re dê demjimêr 11:00an li Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê bê kirin.

Heyet dê pişt re derbasî Parlamentoyê bibe û li wir demjimêr 14:00an bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re bicive.