Mesrûr Barzanî ji bo nûjenkirina dibistanên Çemçemalê budce terxan kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd ragihand ku bi piştgiriya darayî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, dibistanên Çemçemalê dê bên nûjenkirin.
Alan Heme Seîd diyar kir ku ezmûnên dawiya serdemê jî ji bo Kanûna Paşîn hatin bipaşxistin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê, serdana qezaya Çemçemal û nahiyeya Tekiyeyê kir da ku rewşa wan navendên xwendinê yên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine ji nêzîk ve bibîne.
9ê mehê, ji ber barana zêde li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê lehî rabû û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da ku du ji wan li Çemçemalê û du jî li Kerkûkê bûn.
Ji bilî ziyanên canî, lehiyê ziyaneke mezin a madî bi xwe re anî. Ji malan bigire heta dibistan û cihên giştî di bin avê de man û ziyaneke zêde dîtin.
Alan Heme Seîd piştî dîtina dibistanên ziyandîtî li Birêviberiya Perwerdeya Çemçemalê civînek pêk anî û ji bo çareserkirina rewşê û destpêkirina pêvajoya xwendinê çend biryar da.
“Pereyê pêwîst tê şandin”
Wezîrê Perwerdeyê ragihand ku bi piştgiriya darayî ya rasterast a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hatiye dayîn ku ji roja yekşemê ve pereyê pêwîst ji Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê re were şandin da ku bi lez pêvajoya nûjenkirina dibistanan dest pê bike.
Her wiha biryar hatiye dayîn ku lîsteya kelûpelên ku ji ber lehiyê zerer dîtine were amadekirin û ji roja yekşemê ve pereyê pêwîst ji bo kirîna wan were xerckirin.
Rêxistina "Kurdistan Foundation"ê jî erkê nûjenkirin û dabînkirina pêdiviyên du dibistanan li xwe girtiye.
Pirtûkên nû tên belavkirin
Wezîrê Perwerdeyê derbarê wan xwendekarên ku pirtûkên wan li dibistanê yan li malê zerer dîtine jî biryar da ku hefteya bê pirtûkên nû bigihêjin Çemçemalê û li xwendekaran bên belavkirin.
Her wiha dê depên spî (texteyên polan) û pêdiviyên din ên xwendinê jî bên şandin.
Alan Heme Seîd bi fermî ragihand ku ezmûnên dawiya serdemê ji bo meha Kanûna Paşîn hatine bipaşxistin û mekanîzmeya pêwîst dê ji aliyê beşa ezmûnan ve were danîn.
Li ser mijara dewama dibistanan jî biryar hatiye dayîn ku roja şemiyê Birêvebiriya Perwerdeya Çemçemalê bi rêveberên dibistanan re bicive.
Dewama wan dibistanên ku têne nûjenkirin dê were rawestandin lê ew dibistanên ku metirsî li ser wan nîne û çûnûhatina xwendekaran tê de asayî ye, dikarin bi şêwirînê biryara destpêkirina vekirinê bidin.