HSDyê nasnameyên 3 şervanan eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê 3 şervanan canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HSDyê ragihand ku şervanên wan Bextyar Dirbêsiyê, Ehmed Reşo û Sîpan Cuma li cih û demên cuda canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şervanan re hat xwestin û “soza berdewamkirina têkoşînê hat dayîn.”

Agahiyên derbarê nasnameyên şervanan wiha ne:

Bextyar Dirbêsiyê: Navê wî yê fermî Ehmed Ebdulbaqî Mihemed e û ji Dirbêsiyê ye, 4ê Kanûna Paşîn a 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Ehmed Reşo: Navê wî yê fermî Ehmed Reşo Hesî ye û ji Kobaniyê ye, 9ê Kanûna Paşîn a 2025an li Dêrezorê ji ber nexweşiyeke giran canê xwe ji dest daye.

Sîpan Cuma: Navê wî yê fermî Sîpan Hemze Cuma ye û ji Tirbespiyê ye, 9ê Kanûna Paşîn a 2025an li Girkê Legê di encama qezayekê de canê xwe ji dest daye.