Li Mêrdînê 3 otomobîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehsertê ya parêzgeha Mêrdînê 3 otomobîl li hev qelibîn, 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya gundê Kefsansurê ya navçeya Mehsertê otomobîla bi plakaya 50 NC 075, wesayîta bazirganî ya sivik a bi plakaya 47 ADS 185 û wesayîteke din a ku plakaya wê nehatiye zanîn li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê, agirkuj û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku 3 kes li cihê bûyerê mirine.

Tîman 10 kesên ku birîndar bûbûn piştî midaxeleya destpêkê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên Mêrdîn û Mehsertê.

Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin piştî rakirina wesayîtan hat vekirin.

Cendirmeyan li ser qezayê û ji bo diyarkirina nasnameyan dest bi lêpirsînê kir.