Serok Barzanî: Yekîtiya Jinan destkefteke girîng a xebata neteweyî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya ji bosalvegera damezirandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê ragihand ku Yekîtiya Jinan destkefteke girîng a xebata neteweyî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye.
Yekîtiya Jinan a Kurdistanê 11ê Kanûna Pêşîn a 1952yan hat damezirandin.
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73yemîn salvegera damezirandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Yekîtiya Jinan roleke berbiçav û bibandor di bilindkirina asta hişyariyê, parastina mafên jinan û bihêzkirina pêgeha jinên Kurd de lîstiye.
"Rola pêşengiyê dileyîze"
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de ji bo Yekîtiya Jinan hêviya serkeftinê xwest û got:
"Ez piştrast im Yekîtiya Jinan a Kurdistanê her wekî qonaxên berê yên xebata xwe, dê di paşerojê de jî di bipêşvebirina doza rewa ya gelê me û berevaniya li maf û daxwazên jinan rola pêşengiyê bilîze."
Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê,
Bi boneya salvegera 73yemîn a damezirandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê, ez pîrozbahiyên germ li we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.
Yekîtiya Jinan a Kurdistanê destkefteke girîng a xebata neteweyî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye ku roleke berbiçav û bibandor di bilindkirina asta hişyariyê, parastina mafên jinan û bihêzkirina pêgeha jinên Kurd de lîstiye.
Vê rêxistinê bi têkoşîna xwe ya berdewam karîbûye dengê jinên Kurdistanê bigihîne û bibe beşeke girîng a xebata neteweyî û medenî ya gelê Kurdistanê.
Di vê bîranînê de pêzanîna min ji bo xebat û qurbandana jinên Kurdistanê û wî erkî heye ku di qonaxên xebata gelê Kurdistanê de li ser milê wan bûye.
Ez piştrast im Yekîtiya Jinan a Kurdistanê her wekî qonaxên berê yên xebata xwe, dê di paşerojê de jî di bipêşvebirina doza rewa ya gelê me û parastina li maf û daxwazên jinan rola pêşengiyê bilîze.
Ez hêviya serkeftinê ji we re dixwazim."