Li Wanê ji ber berfê rêyên 17 gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 17 gundan ji hatin û çûyînê re hatin girtin.

Li Wan û navçeyên wê berf û hewaya sar bandorê li jiyana rojane dikin.

Ji ber berfa ku demeke dibare rêyên gelek gundan hatin girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê berfeke zêde bariyaye û ji ber vê yekê li 17 gundan veguhastin rawestiyaye.

Hat ragihandin ku tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatan kiriye.

Xebatên vekirina rêyan didomin

Tîmên pêwendîdar ji bo ku rêya di navbera Wan û Colemêrgê de veneqete û rê ji hatin û çûyînê re vekirî bimîne dest bi paqijkirina berfê kir.

Tîm li herêmên bilind û di şert û mercên dijwar de hewl didin rêyan vekirî bihêlin.

Li Artemêtê hişyarî hat dayîn

Li aliyê din, li navçeya Artemêtê jî ji şeva borî ve berf dibare.

Rayedaran hişyarî da ajokaran da ku di hatin û çûyînê de baldar bin, li gorî rênîşandanên trafîkê tevbigerin û bêyî zincîr û tekerên zivistanê dernekevin rê.